Berdevkê Fraksiyona PDKê yê li Parlamentoya Iraqê jiyana xwe ji dest da

Berdevkê Fraksiyona PDKê yê li Parlamentoya Iraqê jiyana xwe ji dest da

Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Parlamentoya Iraqê Aram Nacî Baleteyî ji ber vîrusa Koronayê, îro li nexweşxaneyeke Duhokê jiyana xwe ji dest da.

Aram Nacî Mihemed Salih ku bi navê Aram Baleteyî tê nasîn, di sala 1979an de li parêzgeha Duhokê jidayîk bûye. Xelkê gundê Balete ye û bavê keç û kurekî ye.

Aram Baleteyî zêdetirî 3 meh in bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketibû û ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest da.

Nacî Mihemed Salih, bavê Aram Baleteyî, ku temenê wî di ser 60 salî de bû, di 4ê Sibata 2021ê de, di dema nexweşketina kurê xwe de, dawî li jiyana xwe anîbû.

Pustên heman beş