Bi sedema PKKê 718 Kurdên Bakur tên desteser kirin

Bi sedema PKKê 718 Kurdên Bakur tên desteser kirin

Bi sedan şênyên Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê paş bi dawî hatina êrîşa dewleta Tirkiyê ya li Garey hatine desteser kirin, hemû li ser cînayeta endamêtî û alîgirîya rêxistina PKKê hatine girtin.

Li gor agahiyê destê me, di 3 rojên rabûrî de, operasyon desteser kirina alîgirên PKKê li 40 bajêrên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatine meşandin, di vê demê de 718 kes bi wê cînayetê hatine girtin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Bakurê Kurdistanê eşkere kir, ji sercema kesên ku di 3 rojên rabûrî de hatine bin çav kirin, piranî jê li bajêrên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê ne.

Tirkiyê li 10 vê mehê êrîşa ser PKKê li çiyayê Gare dest pê kir, paş derbasbûna 4 rojan êrîş bi dawî hat, Tirkiye dibêje 3 eskerên me di operasyonê de hatine kuştin, lê belê PKKe dibêje me pêtirî 50 eskeran bin çav kirine.

Pustên heman beş