Rûhanî bersiva Amerîka ya bo dîyalogê da

Rûhanî bersiva Amerîka ya bo dîyalogê da

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî got ku ji aliyê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ve 8 caran jê hatiye xwestin li ser rêkeftina atomî û zêdekirina çend xalên din, danûstandinê bikin lê wî red kiriye.

Hesen Rûhanî di civîna îro 17ê Sibatê ya kabîneya xwe de got, Îran ti caran li ser bernameyên moşekî danûstandinê nake û ti xaleke nû jî di rêkeftina atomî de zêde yan kêm nake.

Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken doh ragihandibû ku deriyê dîplomasiyê li ber Îranê hatiye vekirin û eger vegerin pabendbûna rêkeftinan, Amerîka jî dê heman pêngavan biavêje.

Pustên heman beş