Îmam Taşçier li parlamentoyê daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî kir

Îmam Taşçier li parlamentoyê daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî kir

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDP Îmam Taşçier peyama xwe ya ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi Kurdî û Tirkî ragihand.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDP Îmam Taşçier di 19ê Sibatê de peyama xwe ya ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi Kurdî û Tirkî ragihand û bi Kurdî daxwaz kir ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.

Taşçier daxwaz ji parlamentoyê kir ku hemû astengî û qedexeyên li ser zimanê Kurdî rabin û Kurd jî bikarin bi zimanê xwe yê zikmakî hemû jiyana xwe bidomînin.

Pustên heman beş