Kenala “El Erabiye”: Heşdê û PKKê êrîşa ser Hewlêrê encam dayî ye

Kenala"El Erabiye": Heşdê û PKKê êrîşa ser Hewlêrê encam dayî ye

Kenala El Erabiye agahiyên nû li derbara êrîşa ser Hewlêrê ji Waşingtunê a paytexta Amerîkayê bi dest xistine û li gor wan agahîyan, “Heşda Şabî û rêxistina PKKê” ev êrîş encam dayî ye.

Kenala “El Erabiye/El Hedes” di raporekê de eşkere kir, tevî ku Îran red dike wê dest di êrîşa ser balefirgeha navdewletî a Hewlêrê û bingeha Amerîkayê de hebe, lê belê agahiyên ku çavkaniyên wan ji rayedarên Waşingtonê bi dest xistine, eşkere dikin ku aliyên beşdar di êrîşê de hatine dest nîşan kirin.

Di raporê de hatîye: “di ser red kirina berdewam a Îranê de ji boy desthebûna wê di êrîşa rojên rabûrî a ser balefirgeha Hewlêrê û bingeha Amerîkayê, lê belê çavkaniyên “El Erabiye/El Hedes” ji hinek çavkaniyên bawerpêkirî ji paytexta Amerîkayê dane zanîn ku lekolîna li ser êrîşê  dest bi eşkere kirina aliyên beşdar têde kirine, ji girîngitrîn pêşhatên nû yên lekolînê eve ku girûpeke girêdayî “Partîya Karkerên Kurdistanê” dest di mûşekbaran kirina dorbera balefirgeha Hewlêrê de heye, hem wext girûpeke “Heşda Şabî” a girêday Îranê”.

Agahiyên ku kenala “El Erabiye/El Hedes” parvekirîn wusane:

  1. Êrîşa ser Hewlêrê ji dû navçeyan hatîye encam dayîn, navçeya yekê li jêr desthilata hikûmeta Îraqê de ye û li wê navçeyê girûpeke “Heşda Şabî” a girêday Îranê cî digre.

  2. Navçeya dûyemîn ji dorbera Hewlêrê ye, wate navçeyeke li jêr destê hikûmeta Başûrê Kurdistanê û “PKKê” encam dayî ye.

El Erabiye dibêje: “mûşekên di êrîşê de hatine bikaranîn Îranê ji boy Heşda Şabî û PKKê dabîn kirine, lekolînên Amerîkayê niha li derbara çawanîya hemahengîya li nêvbera Heşdê û PKKê ji boy encam dayîna êrîşê tên kirin”.

Pustên heman beş