Rêyên 114 gundan li Mûşê ji ber berfê hatin girtin

Rêyên 114 gundan li Mûşê ji ber berfê hatin girtin

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûka berdewam rêyên 114 gundan hatin girtin.

Li bajêr barîna berfê û hewaya sar bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye. Li gundê Civarikan ser bi bajarokê Gimgimê yê Mûşê nêzîka yek metre berf bariya ye û tîmên Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê hewl didin rêyên girtî vekin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur derbarê gundên ku rêyên wan hatine girtine de agahî dan û got: “Li navenda bajêr 18, Milazgirê 50, Kopê 38, Gimgimê 2, Tel Caferê 4, li Haskoyê 2 bi giştî rêya 114 gundan ji ber berfê girtî ne.”

Li gor agaiyên hatine belavkirin, tîmên vekirina rêyan li ser kar û xebatên xwe berdewam in û Muxtarê Civarikan Ali Ekber Ozbek jî dibêje, du roj e ji ber barîna berfê rêyên wan girtî ne, lê tîmên Îdareya Taybet rêya wan vekirine û li hinek cihan nêzîka yek metre berf bariya ye.

Herwiha birêveberiya meteorolojiyê ji bo bajarên Bakûrê Kurdistanê bi taybetî bo Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê hişyariya baran, cemed, qeşa û aşûtê da.

Pustên heman beş