Fermandarê giştî yê hêzên Sûriye ya demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hevdîtinên navbera ENKSê û PYNKê yên li binxetê dewam dikin ragihand, di çarçoveya piroseya diyaloga kurdî – kurdîya li rojavayê kurdistanê de, gavên baş hatine avêtin û ew hemû hewlên xwe ji bo serxistina wê dikin.
Fermandarê giştîyê HSDê Mezlûm Ebdî bi riya peyameke vîdyoyî di dîdara nakokîyên kurdî – kurdî de li bajarê Qamişlo beşdar bû û tê de ragihand, heta niha gavên baş ji bo yekrêziya kurdî li rojavayê kurdistanê hatine avêtin.
Herwiha Mezlûm Ebdî daxwaz ji her du aliyên diyalogê encûmena niştimanîya kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên yekîtiya Niştîmaniya kurdî (PYNK) kir, nakokîyên xwe bidin aliyekî û nermiyê ji bo serxistina piroseya yekrêziya kurdî nîşan bidin.
Fermandarê giştîyê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand ku sedemên îdolojîk û siyasî li ber çêkirina yekîtiya kurdan ne astengin û di rêya vîdeoyê de weha got:
“Ferqên navbera xwe deyinin aliyekî û bo yekîtiya kurdan nermahiyê nîşan bidin. Me li ser mijarên giştîyên bo yekîtiya kurda lihev kiriye û pirsgirêkên ku mane, dê di nava wextê de çareser bibin. Sedemên îdolojîk û siyasî li ber çêkirina yekîtiya kurdan ne astengin.”
Herwiha Mezlûm Ebdî tekez kir jî, ew wek HSDê bi alîkariya Amerîkayê destpêşxeriya yekrêziya kurdî didomîne heta ku bi ser bikeve.