Nifşê nû yê Kovîdê li Başûrê welat xweya bû

Nifşê nû yê Kovîdê li Başûrê welat xweya bû

Nifşê nû yê vîrosa Koronayê “COVID-19” li Başûrê welat xweya dibe, paş ku duh hinek şikbar pê hatine dest nîşan kirin.

Wezareta tendirustiyê ya hikûmeta Başûrê Kurdistanê îro roja yekşemî 21/2/2021an, daxuyanî da û eşkere kir, paş test kirina şikbarên ku duh bi nifşê nû yê vîrosa COVID ê hatine dest nîşan kirin, îro xweya bû ku ew bi nifşê nû yê COVID ê ketine.

Berdevkê wezareta tendirustiyê yê herêma Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî ragihand, 5 haletên pêketinê bi nifşê nû yê vîrosa Koronayê hatine tomar kirin.

Dr. Aso Hewêzî diyar kir, hinek haletên din yên bi guman hene, lê heta testên pêwîst ji wan re neyên kirin, ew piştrast nakin.

Tê zanîn nifşê nû yê vîrosa Koronayê li Amerîkayê, Berazîl û hinek dewletên Ewropayê xweya bûye, lekolînan tesbît kir ku hereketa vê vîrosê lezgîne.

Wezareta tendirustiyê dibêje: rewşa pêketiyên nifşê nû li Başûrê Kurdistanê başe û hêjan tu xeterîyek li ser canê wan çênebûye.

Pustên heman beş