Hevpeymaniyê karwaneke din şand Rojava

Hevpeymaniyê karwaneke din şand Rojava

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi armanca avakirina baregeheke leşkerî li Dêrikê karwaneke leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.

Hevpeymaniya Navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, xebatên bo avakirina baregeha li gundê Eyn Dîwarê yê navçeya Dêrikê li parêzgeha Hesekê berdewam dike.

Hevpeymanî li sêgoşeya sînorî ya ligel Tikriyê û Herêma Kurdistanê baregehê ava dike û ev demeke alîkariyên leşkerî û lojistîkî derbasî wê deverê dike.

Bi derbaskirina wê karwana leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî re, hêzên Rûsyayê gereke çavdêriyê bi 2 helîkopter û 4 zirîpoşan li wê herêmê dan destpêkirin.

Pustên heman beş