Li Bakurê Kurdistanê bi sedema barîna berfeke zêde rêyên 4 hezar û 612 gundan hatin girtin.
Li herêmê barîna berfê û hewaya sar bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.
Ev zêdetirî hefteyekê ye berfek zêde li parêzgehên Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrg yên Bakurê Kurdistanê dibare û ji ber zêdebûna berfê rêyên 4 hezar û 612 gundan hatine girtin.
Li heremê ji ber berf û pûkê bilindahiya berfê li hinek deveran gihîştiye nêzî 5-6 metreyî.