Mêrdîn.. Artêşa Tirkiyê li dijî PKKê operasyon kir

Mêrdîn.. Artêşa Tirkiyê li dijî PKKê operasyon kir

Artêşa Tirkiyê li sê navçeyên Mêrdînê dijî li PKK’ê dest bi operasyonê kir.

Parêzgariya Mêrdînê di daxuyaniyekê de, li 18 taxên navçeyên Dêrik, Koser û Şemrexê qedexeya derketina derve ji demjimêrê 06:00 sibê ve ragihand.

Piştî ragihandina qedexeyê, artêşa Tirkiyê li cihên qedexe hatiye ragihandin li dijî PKK’ê dest bi operasyonek leşkerî ya berfirehkir.

Parêzgariya Mêrdînê dibêje, armanca operasyonê desteserkirina endamên PKKê û jinavbirina PKKê li wan navçeyan e.

Parêzgarê Mêrdînê daxwazê ji welatiyan dike, ji bo silametiya mal û canê wan, pêbendî biryaran bibin.

Pustên heman beş