‌Hejmarek çekdarên PKKê li Kanî Masê hatin kuştin

‌Hejmarek çekdarên PKKê li Kanî Masê hatin kuştin

Balefirên ceng yên dewleta tirkiyê îro piştî nîv rojê çekdarên PKKê li Kanî Masê hedef kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja duşemî 22/2/2021an li saet 1:00 piştî nîvrojê, balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê, stargeheka çekdarên PKKê li nava gundê Xanka Kevin hedef kiriye.

Êrîşa îro li ser kavile xaniyekê gundê Xanka Kevin ê ku dikeve navçedariya Kanî Masê li navçeya Berwarî Bala pêk hat, çekdarên PKKê ev kavile xanî weke sitragehek jiboy xwe bikar di anî, lê belê balefirên tirkiyê ev kavile xanî hedef kir û bi bomeyekî ew îmha kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kir ku bi sedema vê êrîşa balefirên ceng yên dewleta tirkiyê, zirarên canî bi PKKê gihiştîne û hejmarek çekdarên vê rêxistinê birîndar bûne û hejmarek din jî canê xwe ji dest daye, lê belê hejmara wan heya niha nayê zanîn.

Pustên heman beş