PKKe bi terzê DAÎŞê rêya gundên Batîfa TNT dike

PKKe bi terzê DAÎŞê rêya gundên Batîfa TNT dike

Her ku diçe karên qirêj yên rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê pêtir eşkere dibin, ev rêxistin rabûye bi terzê terora DAÎŞê bomb û TNT li ser rêya gundên girêday navçeya Batîfa ya Başûrê Kurdistanê danane.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, rêxistina PKKê li rojên rabûrî hejmareke bombên veday û TNT û roket li ser rêya gundên bi navê Batîfa Seyda û gundê Ravîna danane, lê belê piştre ji hêla hêzên ewlehiyên yên Herêma Başûr ve ev pîlana PKKê rastî şkestinê hat.

Dest nîşan kir, hêzên ewlehiyê yên Başûrê Welat ev bomb û TNT yên rêxistina PKKê pûç kirin û bê ku tu zirarek bi wan bikeve ji nav birin.

Paş ku tev pîlanên PKKê yên li dijî Başûrê Kurdistanê rastî şkestinê hatîn, vê rêxistinê ji sala rabûrî ve êdî terzê terora DAÎŞê kirîye taktîka şerê xwe, terorkirina birêvebrê asayîşa xala sînor ya Serzêrî şehîd Xazî Alîxan, teqandina borîya petrolê û dana bomb û maynan li ber hêzên Pêşmerge mînakên zîndî ne li ser çalakiyên terorî yên PKKê.

Rejîma Be’si ya Sedam Hisên li dema xwe navçeyên Başûrê Kurdistanê mîn rêj dikirin ji bo ku rê li ber çalakiyên Pêşmergehan bigre, piştre Hikûmeta Başûrê Welat ji sala 91an û vir de, xebatên paqijkirina navçeyên Başûr ji maynên Rejîma Be’si dest pê kirin û hîna niha ew xebat dewam dikin, rêxistina PKKê jî ji nûve hatîye vê taktîka Sedam Hisên li dijî Başûrê Kurdistanê bi cî dike û dest avêtîye mayîn kirina navçeyên dorbera gundan.

Pustên heman beş