PKKê bi saxî revand û Tirkiyê bi mirî radestî malbata wî kir

PKKê bi saxî revand û Tirkiyê bi mirî radestî malbata wî kir

Piştî ku xortekî 29 salî ê ji Amedîyê bi tometa sîxuriyê ji aliyê PKK ve hatibû girtin, di operasyona Gare de canê xwe ji dest da, îro termê wî radestî malbata wî tê kirin û biryare ji Meletî bînin Herêma Kurdistanê.

Hêzên Parastina Gel HPG bi hinceta sîxurîkirina bo mîta Tirkiyê Cotyar Muhsîn ê 29 salî ku xelkê gundê Siyarê ye li 29ê Çileya 2020ab girtibû. Pişt re hat îlan kirin ku ev xort di operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bo ser gerîlayên PKKê li çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, li ser vê yekê malbata Cotyar Muhsîn ji bo ku cenazeyê kurê xwe wergirin çûbûn Meletî ya Bakurê Kurdistanê.

Her weha hat eşkere kirin ku biryare paş bi dawî hatina karên fermî, termê Cotyar Muhsîn radestî bav û dayîka wî ku niha li Bakurê Kurdistanê ne bê kirin.

Pustên heman beş