Abu Fadak kîye û li Şengalê çi dike?

Abu Fadak kîye û li Şengalê çi dike?

Lihevhatina Şengalê yek ji wan lihevhatina ye ku di nêvbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa federal de ji boy asayî kirina rewşa Şengalê û xelkê wê ku piraniya wan niha di nava kampan de di jîyaneke dijwar de ne, hatbû îmze kirin.

Ev lihevhatin bi awayek berfireh ji hêla Şengaliyan ve hat pêşwazî kirin, Şengalî li wê hêvîyê bûn ku bi vê lihevhatinê êdî jiyana wan asayî bibe û hêzên mîlîşya û ne qanûnî yên di nava Şengalê de wê derê biterikînin û ew jî vegerin malên xwe, lê belê jiberku ev lihevhatin li dijî “Mîhwera Meqawem”ê ya Îranê bû, her di zû de dijatîkirina lihevhatinê ji hêla Îranê û hêzên ser bi wê ve destpêkir, PKKe jî yek ji wan rêxistina bû ku di vê xetê de cî digirt.

Bi sedema cîgirtina PKKê di nava şengalê de û çêkirina çendîn hêzên ne qanûnî ku mûçeyê wan jî li gel mûçeyê milîsên Heşda Şebî tê dayîn, Tirkiye roj naçe ku gefên dagirkirina Şengalê nexwe, lê belê PKKe qet guh nade vê yekê û li ser karên xwe yên provaksyon berdewame, PKKe pêş niha li dema hatina hinek hêzên leşkirî yên ser bi hikûmeta Îraqê ve bo nava Şengalê bû dema 8 saetan dinava Şengalê de derketin, lê belê piştre kincên milîsên Heşda Şebî li xwe kirin û careke din vegerîn nava Şengalê de.

Piştî gefên berdewam ên dewleta Tirkiyê bi sedema hebûna çekdarên PKKê di nava Şengalê de, ku Tirkiye wan çekdaran weke tehdîd li ser xwe dibîne, berdewam gefa dagirkirina Şengalê û îmha kirina hêzên PKKê li wê navçeyê dike, li himber vê yekê û ji boy parastina “Mîhwara Meqawem”ê ku PKKe jî têde cî digre, Îranê gavek cidî avêt û li roja 11/2/2021an ” Abu Fadak ê Serok Erkanê Heşda Şebî”  ku yek ji wan kesane ku navê wî di lîsteya terorîstan de ye li cem Amerîkayê, şand bajarê Şengalê.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî di nava Şengalê de eşkere kirin, Abu Fadak çûye sînor di nêvbera Îraq û Sûriyê de, her weha seredana (Rojhilatê Çiyayê Şengalê) jî kiriye, ew wisa dide nîşandan ku ji boy sepandina aramiyê çûye Şengalê, lê belê di esas de navbûrî ji boy veşartina çekdarên PKKê di nava çekdarên xwe de û pêşî lê girtina cîbicîkirina lihevhatina Şengalê çûye wê derê, ew bi hêzeke herî zêde a çekdarên ser bi Heşda Şebî ve çûye û dixwaze PKKê jî di nava van hêzan da biveşêre daku bi vê yekê pêşiya operasyona çaverêkirî ya Tirkiyê bo ser Şengalê bigre û Mîhwera Meqawem ê ya Îranê li Şengalê biparêze.

Çavkaniyên pêgeha me her weha eşkere kirin Abu Fadak li rojên 11 û 12/2/2021an hêzeke pir hejmar a Heşda Şebî ku ji 4 tabûran pêk tê derbasî Şengalê kirîne.

Heya niha navê sê ji tabûrên çekdarên Heşda Şebî ku ji boy Şengalê hatîne şandin, hatîne hîn bûn, tabûr evin:

1-Tabûra Husên a ser bi heşda Şebî.

2-Tabûreke rêxistina Bedir.

3-Tabûra bi navê Ketaîb Seyid Elşûhda.

Tê zanîn li roja 9/10/2020an lihevhatina di nêvbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa federal ji boy asayî kirina rewşa bajarê şengalê hat îmze kirin, li gor vê lihevhatinê hikûmeta federal wê dosîya ewlehî ya bajar bigre dest û divê hemû hêzên ne qanûnî ku PKKe jî di nava wan de ye ji Şengalê derkevin.

Pustên heman beş