Balefirên dewleta Tirkiyê îro êrîşa liv û tevgerên PKK ê li Başûrê Kurdistanê kir û çekdarên rêxistinê li sînorê navçeya Çemankê hedef kir.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 23/2/2021an, balefirên dewleta Tirkiyê êrîşî PKKê li sînorê Çemankê kir û liv û tevgerên wan li Hesara Bêrkiyat hedef kir.
Ev êrîş îro li sa’et 1:00 paş nîvrojê pêkhatîye û balefiran yek roket li nuqteyên PKKê li Hesara Bêrkiyat li sînorê navçeya Çemankê li devera Gare ya girêday parêzgehîya Dihokê xistîye.