PKKe dibe sedema bordoman kirina gundê Sigêrê

Balefirên dewleta Tirkiyê îro bo cara dûyemîn liv û tevgerên çikdarên PKK ê li Başûrê Kurdistanê hedef kir, wexta ku sînorê gundê Sigêrê yê girêday devera Nihêlê bordoman kirî.

Li gorî agahiyên destê me, îro roja sêşemî, 23/2/2021an balefirên dewleta Tirkiyê dû caran êrîşa çekdarên PKK ê li Başûrê Kurdistanê kir, cara yekemîn li devera Gare û nuqteyên rêxistinê li Hesara Bêrkiyat ya girêday navçeya Çemankê li Gare û piştre li gundê Sigêrê girêday qeza Amêdiyê.

Balefiran yek roket li Hesara Bêrkiyat xist û yek roket li bilindahiyên gundê Sigêrê, her çend ku zirarên PKK ê nehatine zanîn, lê belê li gor dîmenên ku ji boy pêgeha me hatine şandin, domaneke pir li asîman beriz bû.

Rêxistina PKKê liv û tevgerên çekdarên xwe bi mebest têxe nêzî gund û dorbera bajarokan ji bo ku ev der bibin qada şer û ji şênîyan were vala kirin, şêniyên gundên Başûr bi teybet yên sînorê parêzgehîya Dihokê pir ji vê hengava PKKê acizin.

Pustên heman beş