PKKe li şikefta Babekira a başûrê gundê Bazê tê borodman kirin

PKKe li şikefta Babekira a başûrê gundê Bazê tê borodman kirin

Balefirên Tirkiyê îro careke din êrîşa PKKê li Başûrê Kurdistanê kir, li sa’et 9 sibehê liv û tevgerên çekdarên rêxistinê li devera Berwarî Bala hedef kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja çarşemî 24/2/2021an, balefirên şer ên dewleta Tirkiyê, liv û tevgerên çekdarên rêxistina PKKê li başûrê gundê Bazê yê sînorê navçeya Kanî Masê li devera Berwarî Bala hedef kir.

Ev êrîş bi taybet li sa’et 9:00 heya 9:25 sibehê pêkhatîye û balefiran dû roket li şikefta bi navê Babekira ku dikeve başûrê gundê Bazê xistine.

Êrîşa îro hemwexta êrîşên duh tê ku balefirên Tirkiyê nuqteyên PKKê li her yêk ji gundên Sigêrê û Hesara Bêrkiyat li sînorê qeza Amêdiyê û devera Gare borodman kirin, ev sê êrîş hemû li nêzî gundan pêkhatine û xeterî li ser jiyana şêniyên navçeyê çêkirîye.

Rêxistina PKKê ji xizîrana sala rabûrî bi awayekî sîstmatîk hereketa çekdarên xwe xistîye nava gund û nêzî bajarokan, ew dixwaze ev gund bibin qada şer û ji şênîyan werin vala kirin, PKKe bi enqest şerê xwe têxe nava gundan û bi vê sedemê ji xizîrana sala rabûrî 2020an, hejmareke sivîlên Başûrê welat şehîd û birîndar ketine.

Pustên heman beş