Tirkiyê danpêdanên dû çekdarên PKKê belavkir ku li Garê bi dîl girtibûn

Tirkiyê danpêdanên dû çekdarên PKKê belavkirin ku li Garê bi dîl girtibûn

Dewleta Tirkiyê îro danpêdanên vîdyoyî ên dû çekdarên rêxistina PKKê belav kirin ku di êrîşa 10 mehê a Garê de bi dîl girtibûn, ev dû çekdarên rêxistinê bas li awayê kuştina 13 dîlan kirine, ew bûyera “Cotiyar Mihsin” têde şehîd ketî.

Li gor Ajansa Anadol ê a dewleta Tirkiyê, her yêk ji “Doxan Gêçgel” bi kod navê “Merkez Botan” û “Usman Acer” yê bi kod navê “Şervan Korkumaz” di êrîşa Garê de weke dîl ketine destê artêşa Tirkiyê, ev herdû çekdarên PKKê danpêdan kirine û bas li bûyera kuştina 13 dîlan kirine.

Hêjay gotinê ye, li derbara 13 dîlên ku li Garê hatine kuştin, rêxistina PKKê dibêje: artêşa Tirkiyê ew qetil kirine wexta ku zanî ew nikare wan rizgar bike, hemwext dewleta Tirk jî dibêje PKKê ew bi awayekî hov qetil kirine.

Çekdarê bi dîl girtî yê PKKê “Merkez Botan” bas li bûyerê dike û wusa axivîye:

Fermandarê Garê yê PKKê bi navê “Cuma Bîlkî” fermana qetil kirina dîlan bi kesekê din da ku kod navê wî “Sorêje” û got: Cuma ji Sorêj re got: heger operasyon li ciyê dîl lê hat encam dayîn, nabe çi dîlek bi saxî ji vir biçe, nabe radestî malbatên wan werin kirin, wan qetil bikin.

Hemdem çekdarê dûyemîn yê PKKê ku bi dîl ketîye destê Tirkiyê bi navê “Şervan Korkumaz” dibîje: “Cuma ji Sorêj re gotibû heger hêzên piştevaniyê neghîştin vê derê, dîlan qetil bikin.

Rêxistina PKKê dibêje wexta ku Tirkiyê zanî ew nikare dîlên xwe rizgar bike, ew qetil kirin.

Pirsa li vir tê kirin eve, gelu qey artêşa Tirkiyê bi tu awa karî bikeve nava wê şkeftê de û cesedên dîlên kuştî li gel xwe swarî kopteran bike û bibe Tirkiyê?.

Ya rast, PKK ê fermana qetil kirina wan dîlan dabû, wexta ku artêşa Tirkiyê jî operasyon li nêzî şikeftê kirî, 15 Gerîla ku zêrevanên şkeftê bûn, qetil kirin û piştre kete nava şikeftê de û cesedên dîlên xwe ku PKKê qetil kirbûn rakirin.

Murat Karayilan duh roja sêşemî ji boy Stêrk tî vî axvî û li derbara şehîd “Cotiyar Mihsin” pir bi rû qaymî got: Cotiyar merovê me bû, ew li nav hevala bû, hevalan amadekarîya berdana wî dikir.

Lê ya rast, PKKê Cotiyar xistibû di zîndanekê de di nava dîlên Tirk de bû û di nava wan de qetil kir.

Pustên heman beş