Sansûra çapemeniya PKK ê li ser Murat Karayilan

Sansûra çapemeniya PKK ê li ser Murat Karayilan

Murat Karayilan duh beşdarî bernama taybet ya Stêrk TV bû. Li ser Operasyona Gare axivî û bûyerên qewimî nirxandin. Çapemeniya PKK ê hin beşên axaftina Karayilan qutkirin. Rojnameya Özgür Politika ya PKK ê ku li Ewropa derdikeve û ANF ê daxuyaniyên Karayilan wekî “pêşmerge beşdarî operasyonê nebû, yên ku van gotina dikin ew dixwazin provakasyonek çêbikin” li beşe xwe yê Soranî de neweşandin.

Karayilan çi got?

Di axaftina xwe de Karayilan li ser pirsa “Abdullah Ağar dibêje Pêşmerge bi unîformaya artêşa Tirk beşdarî operasyonê bûne, hûn gotinên wî çawa dinirxînin” dîyar kir ev îddîa derewe û Karayilan axaftina xwe bi van gotinan domand:

“Abdullah Ağar yek ji kadroyên taybet yên şerê psîkolojîk e. Ev kes rojê 6-7 qenatên TV ya diğere û diaxive.” Ew kujerek e ku di dem ali ser erk bû vî kesî gelek Kurd kuştine. Nûke jî ew propaganda dike. “Abdullah Agar dibêje, ‘pêşmerge di heman demê de cilên leşkerî li xwe kiriye û li tenişta artêşa Tirk şerê PKK ê dike ji vê yeke PKK pirr nerehete.” Tiştek wisa tune. Me di derbarê vê yekê de daxuyaniyek nivîskî jî belavkir. Armanca wî çi ye? Ev kese Provakasyonê diafirînin. Ew hewl dide ku her du alî (PKK-PDK) li dijî hev şer bike. Piştî tweetî wî tevlîhevî jî çêbûn, lê dijmin wiya dike. dijmin di xwaze navbera Kurdan de pevçûnek çêbe loma jî nakokî ya derdixe. Nexêr, divê kes neyê vê lîstikê. Hewldanên ji bo pêşxistina helwestek neteweyî di vê pêvajoyê de pir girîng û jiyanî ye. Li vir berpirsiyariya hemû alîyên sîyasî heye.

Piştî nirxandina Abdullah Ağar, ku Karayilan behsa wî kirî, ku di çapemeniya Ewropa ya PKK ê de kesên weke Ferda Çetîn nirxandina Abdullah Ağar şîrove kir û dijatîya Pêşmerge û herêma Kurdistanê da pêş. Wekî din, di roja yekem a operasyona ANF ê ragihand û got; “Pêşmergeyên Roj nêzê Operasyonê bi cîh bûne û dê beşdarî operasyonê bibin”

Di roja duyemîn a operasyonê de, HPG nûçeya ku “hêzên pêşmerge tevlî operasyonê bûne” derew derxist.

sansura çapemenîya PKK ê li ser axiftinê Karayilan di de dîyar kirin ku di nava xebatkarên çapemeniya Ewropa de hin kesên Türkiyecî û Kemalist hene. Di çapemeniya PKKê de, ku berê serkêjê wê Baki Gül bû, nûke Ferde Çetin ew wezîfe girtîye sermilê xwe. Ferda Çetin û xebatkarên çapemeniyê yên li dora wî gelek nûçeyên derew li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Pêşmerge, PDK û Barzanî weşandin.

Pustên heman beş