Mazlûm hêvîyek ji Baydin heye

Mazlûm hêvîyek ji Baydin heye

Fermandarê hêzên Sûrya ya Demokratîk Mazlûm Ebdî, li derbara mijara Kurdên rojava axivî û bang li serokê Amerîkayê kir û got: “Baydin dikare di piroseya çareserîya Sûriyê de rolek girîng bileyze”.

Mazlûm Ebdî,  fermandarê giştiyê HSDê, di hevpeyvînekê de, li ser mijarên girîngî yên Kurdan, bi teybetî jî Kurdên Rojava welat axivî û got: Ew bi hatina serokê nû yê Amerîkayê kêfxweşin, ji ber ku Baydin dikare di piroseya çareserîya Sûriyê de rolekî girîng bileyze.

Mazlûm Ebdî, her wiha got: Em hêvîdarin ku di bin rêvebrîya Co Baydin de şaşêtiyên ku berê hatine kirin, wê werin rast kirin.

Fermandarê HSDê di beşeka gotnên xwe de ku ji boy Dengê Amerîkayê dane dibêje: “Em hêvî dikin, rêveberîya nû ya Amerîkî, di pêvajoya çareser kirina şerê navxweyî yê Sûriyê de roleke erênî bilîze û ji me re bibe alîkar ku herêmên rizgarkirî bibe xwedî stato, divê mafên gelê Kurd û gelên din yên herêmê, bi rêka qanûnan werin parastin.

Pustên heman beş