Rejîma Îranê dû ciwan di xwepêşandanên Sîstan û Beloçistan de qetil kirin

Rejîma Îranê dû ciwan di xwepêşandanên Sîstan û Beloçistan de qetil kirin

Bi sedema destwerdana hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê, dû xwepêşandêr li parêzgehîya Sîstan û Beloçistan hatin qetil kirin.

Hat ragihandin ku bi sedema destwerdana hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê, di xwepêşandanên ku li parêzgehîya Sîstan û Beloçistan tên encam dayîn, dû  ciwan ku yêk ji wan di temena 12 saliyê de ye, hatine qetil kirin.

Birêvebrê rêxistina çalakên Sîstan û Beloçistan Ebdulla Arif îro roja pêncşemî 25/2/2021an eşkere kir, xwepêşandan heya duh roja çareşemî jî dewam kirin, xwepêşandan ji bo pirotestu kirina qetil kirina hinek şênîyan bi cînayeta qaçaxçêtiyê li gel Pakistanê li 22 sibatê dest pê kirbûn.

Navbûrî got: di aloziyên duh de ku ketine nava xwepêşandanê de, hêzên ewlehiyê dû ciwan qetil kirin, yêk jê di temena 12 saliyê de ye bi navê Hesen Mihemed Zehî û kesê din bi navê Mihemed Salih Mutakîdî ye ku ew jî bi destê hêzên ewlehiyê can ji dest dayî ye.

Pustên heman beş