Heyder Şeşo: Plana “Hîlala Şîe” li Şingalê bi cih dibe

Heyder Şeşo: Plana “Hîlalî Şîe” li Şingalê bi cih dibe

Fermandarê hêzên Êzidîxanê Heyder Şeşo eşkere kir, pîlanek di rojevê de ye ji boy çêkirina “Hîlala Şîe” li Şengalê.

Heyder Şeşo îro roja pêncşemî 25/2/2021an ji bo kenala Kurdistan24 ê axivî û got: li dema 10 rojên rabûrî 3 lîwayên mîlîşya Heşda Şe’bî li Şengalê cî girtine, ev mîlîşya bi fermana wezareta navxwe a hikûmeta federal nehatine wê derê.

Heyder Şeşo herwiha hişdarî da û got: mîlîşyayên Heşda Şabî bi sedema sitratecîya Hîlala Zêrîn ku bi “Hîlala Şîe” tê nas kirin, hatine Şengalê.

Şeşo di beşeka gotinên xwe de got Heşda Şabî herwiha ji bo ku navçeya Şengalê bixe jêr kontirola xwe, hatine zextê li gelê Şengalê dike.

Fermandarê Êzidîxanê tevî ku hewlên Neteweyên Yekbûyî ji boy çareskirina kirîza Şengalê rexne kir, got her cengeka li Şengalê çêbibe, wê xeteriyê li ser man û nemana vê navçeyê û gelê wê çêbike.

Pustên heman beş