Rêxistina Mafên Mirov a Hengaw ragihand, hêzên supayê pasdarên Îranê li yek ji gundên Pîranşarê a parêzgeha Ormîyê li Rojhilatê Kurdistanê gulle berdane du biraya.
Hengawê ragihand êvara roja çarşemî 24/2/2021an hêzên supayê pasdarên Îranê di rêya gundê “Şînwa” ber bi gundê “Zêdan” ê ser bi bajarê Pîranşarê, bê ti hişyar kirinek pêşwext gulle berdane du biraya û ew kuştine.
Her weha Hengawê navê kesên ji hêla pasdaran ve hatiye kuştin eşkere kirin û ragihand navê wan “Ebdulla Nadirî” û “‘Usman Nadirî” ne û xelkê Pîranşarê ne.
Termê van du biraya ji hêla hêzên ewlehî ve ji boy Pîranşarê hatîne veguhastin.
Li gor zanyariyên Hengawê parvekirî, piştî vê bûyerê saziya îstixbarata Îranê “Îtîlaat”ê li Pîranşarê bav û dayik û hin kesên din ên endamên malbata van du biraya desteser kirîne.