Ji heyama 10 rojan ve, 3 Lîwayên Heşda Şeibî li Şingalê bi cih bûne. Di wê derbarê de, Fermandarê Parastina Êzidîxanê Heyder Şeşo hişyariyê dide.
Fermandarê Parastina Êzidîxanê Heyder Şeşo ji K24ê re ragihand, 3 Lîwayên Heşda Şeibî li Şingal û çiyayê Şingalê bi cih bûne. Hêzekê di navbera Rebîe û Sinûnê, hêzekê di navbera Beac û Şingalê û hêzeke din di navbera Tilefer û Şingalê de û beşek jî li ser çiyayê Şingalê bi cih bûne.
Herwiha Şeşo got: Ew hêzêN Heşda Şeibî li Şingalê bi cih bûne, heta ku fişarê li ser xelkê Şingalê bikin û navçeyê bi temamî kontrol bikin. Lîwayên Heşda Şeibî bi ne bi fermana Wezareta Navxwe û Hikûmeta Iraqê hatine.
Heyder Şeşo got: “Bi baweriya min, ew hêzên Heşda Şeibî dixwazin plana Hîlalî Şîe bi cih bînin. Welatên navçeyê û welatên cîhanê, çavê wan li ser Şingalê hene.”
Heyder Şeşo diyar kir, li ser astê navdewletî ti hewl çareseriya rewşa Şingalê nayin serî û got: “Her cihê Netewên Yekgirtî ketiyê de, xêr lê nemaye û bû cihê nakokiyê.”
Derbarê egera destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser Şingalê de, Fermandarê Parastina Êzidîxanê hişyarî da, heger çi şerekî nû li Şingalê derkeve, dê li ser xelkê Şingalê metirsî be.
Tê zanîn ku pêş niha me weke pêgeha Darka Mazî di du raportan de zanyariyên taybet li ser rewşa Şengalê û înana hêzeka zêde ya Heşda Şebî bi fermana Îranê û bi serokatiya ser erkanê giştî yê heşda şebî yê bi navê “Abu Fadak” ku ji 4 lîwayan pêk tê belavkiribû, hatina van hêzên heşda şebî ji boy veşartina çekdarên PKKê di nava heşda şebî da û parastina Hîlala Şî’î li Şengalê û pêşî girtina li lihevhatina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa federal de ye.