PKKe li Garê û Batîfa tê hedef kirin

PKKe li Garê û Batîfa tê hedef kirin

Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê îro careka din êrîşa PKKê li Başûrê Kurdistanê kir û li her yêk ji devera Garê û dorbera Batîfa roket lê xistine.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja înî 26/2/2021an, dewleta Tirkiyê dû êrîşên hewayî û bejahî li dijî rêxistina PKKê li Başûrê welat encam dayîne, ya yekê li dû gundên devera Garê bûn û balefiran hereketa çekdarên rêxistinê li dorbera gundê siyanê û erginê hedef kirin.

Hem dem topxaneyên artêşa Tirkiyê di taqîba hereketa çekdarên PKKê de, dorbera qeza Batîfa li nêzî gundên Banka jêr û jû top lê barandin.

Rêxistina PKKê ev nêzî salekê ye hereketa çekdarên xwe û nuqteyên xwe li nêz û nava gundên Başûrê welat danane, ew dixwaze ev gund bibin qada şer û ji şênîyan werin vala kirin, bi vê sedemê gundên Başûr dewam dikevin ber êrîşên dewleta Tirkiyê.

Pustên heman beş