Medyaya PKKê li ser servîs kirina nûçeyên xwe ên ne rast derbara Herêma Kurdistanê û Pêşmerge ku nefret jê dibare berdewame. PKKê dawî derewa xwe di yek ji Rojnameyên xwe de ku navê wê Yeni Yaşama Gazetesi (Rojnama Jiyana nu)ye belav kiriye. Di vê derewa xwe de PKKê îdîa kir ku Barzanî xwastiye Êzdî bibin Mosilman û hemin dem de pêşmerge dema êrîşa DAIŞê da li sala 2014ê rêya dergehê Berave ya Sihêla qepat kiriye daku Êzdî xelas nebin û werin kuştin.
Rojnameya Yeni Yaşama 26î vê mehê de doseyek taybet ku ji 3 beşa pêk tê belavkir kir. Ev bername hevdîtineke tayîbet e li gel endamekî rêxistina PKKê li Şengalê bi navê Heso Ibrahim. Ev axaftine bi 3 beşa hatiye parve kirin. Vê nivîsê di sosyal medyaya kurdî de gelek nerazîbûn li pey xwe anîn. Kurda ev nivîsîna medyaya PKKê weke îhanet, provakasyon û komplo binav kirin. Kurda gotin ku ev nivîsî bi giştî derewe.
Çi hatbû gotin:
Nivîsa ku medyaya PKKê parve kirî. Ev bîst salên dawî têde hatîne nirxandin. Di vê nivîsê de kurdên Mosilman û pêşmerge wek dujminên Êzdîyan dayîne diyarkirin lê belê Îran, Îraq û Ereb baş dayîne diyarkirin.
Di vê nivîsê de îdîa kirin ku dema DAIŞ êrîş Şengalê kirî Mesûd Barzanî ji Baba Şêxê serokê rohanî yê Êzdîyan re gotiye “Bêje milletê xwe bila bibin Mosilman, em jî berê Êzdî bûyn, em bûne Mosilman hûn jî bibin mosilman çi tiştek nabe.”
Baba Şêx 2î Cotmeha 2020an jiyana xwe wenda kir û heya wî demî jî ne wî û ne jî kesek din ne gotiye ku Mesûd Barzanî tiştekê bi vî awa daxwaz kiriye. Diyare ku piştî mirina babe Şêx PKKê xwastiye ku li ser navê wî hindek tiştan belav bike.
Ragehandina PKKê îdîa dike ku pêşmerge Êzdî kuştine
Di vê nivîsa ragihandina PKKê da hatiye parve kirin ku êrîşa gundên Sîba Şêx Xidir û Til Izêr ji aliyê pêşmergeyan ve hatiye encamdayîn. Ev êrîş li sala 2007 pêk hatbû û çar wesaît hatbûn teqandin û têda 796 kesan jiyana xwe wenda kiribû. Di vê nivîsê de hatiye îdîa kirin ku pêşmerge li roja êrîşî de bi nihênî di gel gevdu axaftine û teqîna di nava van gundan de encam daye.
Heman demê di nivîsê de hatiye îdîa kirin ku dema sala 2014ê DAIŞê êrîşî Şengalê kirî, pêşmergeyan rêya Sihêla ya Berave qepat kiriye û rê nedaye gel xwe rizgar bike. Heman demê di vê nivîsê de tê îdîa kirin ku pêşmerge çek û cilên xwe dayîne DAIŞê ku kes nezane eve DAIŞ in. Her weha ragihandina PKKê dibêje ku pêşmerge jî teqe li xelkê kirîye.
Li gor vê nivîsê hatiye îdîa kirin ku hevalbendên Êzdîyan her yek ji Îranê û hikûmeta Îraqê ne. Herweha hatye îdîa kirin ku esasen Îran nahêle ku rewşa Şengalê xerab bibe, heger ne ji Îranê baye niha tirkiya Şengal dagîr kiriba. Di vê nivîsê de hatiye ku Emerîka jî hevalbenda tirkiya ye û li dijî Êzdîya ye. Ereb û Hikûmeta Îraqê gelek pak û baş diyarkirîne.
Li gor vê nivîsê aliyê ku Ereb kirîne dujminê Êzdîyan pêşmerge ne. Pêşmerge piştî 2004ê çûye Şengalê û Ereb aciz kirîne ji ber ve yekê jî ew bûne dujminê gelê Êzdî.
PKKê di vê nivîsê da gelek rastî berevajî kirîne, PKKe hewl dide ku kurdên Mosilman û kurdên Êzdî bike dujminên hevdu.
Raya giştî ya Kurda di sosyal medyayê de bertek nîşan dan û aşkera kirin bi van nivîsîn û gotinên bê esas PKKe dixwaze hebûna Heşda Şebî û lihevkirina xwe bi Heşda Şebî re meşrû bike ji ber vê yekê van derewan belav dike.
Gelek kesan di sosyal medyayê da ev nivîsa PKKê weke îhanet binav kirin.