Helîkpotereke Rûsî Li Rojavayê Kurdistanê ket

Helîkpotereke Rûsî Li Rojavayê Kurdistanê ket

Helîkoptereke Rûsyayê li bajaroka Til Temir a Rojavayê Kurdistanê kete xwar ku hîn sedema ketina helîkopterê nehatiye eşkerekirin.

Li gorî zanyariyên xwecihî, helîkoptereke Rûsyayê di navbera gundên Reyhaniye û Qasimiye li bakurê rojavayê Til Temirê kete xwar û li gorî agahiyên destpêkê ti ziyaneke canî çênebûye.

Heta niha li ser sedema ketina wê helîkopterê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn ku cihê helîkopter ketiye 2 kîlometran dûrî baregeha rûsî ye.

Pustên heman beş