Li dor gengeşeya di navbera sefîrên Enqerê û Tehranê da li ser serweriya neteweyî ya Îraqê, serokê parlamentoya Îraqê, Mihemed el-Helbûsî, ji wan re got ku di tiştekî de ku hûn pê eleqedar nabin destwerdanê nekin û rêz li serweriya Îraqê re bigrin.
Pêştir, piştî tawanbarkirina Tirkiya bi “Binpêkirina yekparçeîya axa Îraqê” ji aliyê balyozê Îranê li Bexdayê, Îrec Mescidî, sefîrê tirkiya li Îraqê Fateh Yeldiz got, “Sefîrê Îranê kesê herî dawî ye ku dikare Tirkiyê fêr bike ku rêzê li sînorên Îraqê bigre.”
Îrec Mescidî roja şemî, 27ê Sibata 2021, ji Rûdaw TV re got: “Îran hebûna ti hêzên biyanî li Îraqê û destwerdana leşkerî qebûl nake, û divê hêzên tirkî ji Îraqê vekşin û gefê li ser xaka Îraqê nekin.”
Balyozê Tirkiyê yê li Îraqê Fateh Yeldiz piştî daxuyaniya Îrec Mescidî li ser hesaba xwe ya twitterê nivîsand: “li gor nerîna min balyozê Îranê kesê herî dawiye ku dikare Tirkiyeyê fêr bike ku rêzê li sînorên Îraqê bigre.”
Li hemberî bûyerê serokê parlementoya Îraqê Mihemed El-Helbûsî bertek nîşan da û di hesaba xwe ya twitterê de daxwaz ji her du sefîran kir ku karê xwe bikin û maytêkirinê di wî karî de nekin yê ku karê wan nebe, Helbûsî nivîsand: “Erkê nûnerên şandên diplomatîk li Îraqê ye ku nûnertiya welatê xwe bikin û hevkariya her du welatan xurt bikin . Divê hin ji van dîplomatan bi erkên xwe baş zanibin û destwerdanê nekin di mijarên ku têkilya wan bi wan re tune ye, û rêzê li serweriya Îraqê bigrin.”