Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, helîkoptera wan ji ber sedemeke teknîkî li Til Temirê ketiye û ti kesî jî canê xwe ji dest nedaye.
Îro roja yekşemê 27.02.2021ê helîkoptereke Rûsî dema di gera çavdêriyê de bû li rojavayê bajarokê Til Temirê kete xwarê.
Di wê derbarê de Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, Helîkoptera wan ji ber sedemên teknîkî bi neçarî daketiye xwarê û ti kesekî ji tîma helîkopterê jî canê xwe ji dest nedaye.
Wezaretê tekez kir jî, helîkopter rastî ti êrîşekê nehatiye.
Îro hêzeke Rûsî ku ji çend zirîpoş û 2 helîkopteran pêk dihat ji bo çavdêrîkirina rewşa agirbestê li deverê bikin, dest bi gereke çavdêriyê li rojavayê Qamişlo, Dirbêsiyê, Ebo Rasên û Til Temirê kiribû.