PKKê keçkeka Şengalê revand û gef li bavê wê xwarin heger pirsa keça xwe bikin, ewê mala wan ji Şengalê derxin.
Her ku diçe sitema rêxistina PKKê û mîlîşyayên girêday wê li Şengalê li ser gelê Êzidî pêtir dibe, revandina keç û ciwanên Êzidî û çekdar kirina wan, gihîştîye astekî ku dayîk û bavên hinek ciwanên ku vê rêxistinê revandine dibêjn: “ya ku PKKê anîye serê wan, eynî wê ye ya DAÎŞê bi ser wan kirî”.
Di nûtirîn cînayeta PKKê de, çekdarên vê rêxistinê bi terzê terora DAÎŞê keçeka Êzidî ya li jêr 18 saliyê ji mala wê revandine û ji bo cîhekê nediyar birine, îro dibe 19 roj ku tu agahî ji çarenivîsa wê nehatine zanîn her çend ku bavê wê nesekinîye û li pey keça xwe digere.
Bûyer çawa bû?
Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, li roja çarşemî 10/2/2021an, keça Êzidî ya bi navê “Meyade Şukir Mihî Hisên” ku ji şêniyên Şengalê ye û ji hoza “Qeyranî” ye, ji hêla çekdarên PKKê ve hat revandin û ji boy cîhekê nediyar birin.
Çavkaniyên me dest nîşan kir, paş revandinê û li heman rojê de, bavê meyadê “Şukir Mihî” serdana hejmareke baregeh û nuqteyên mîlîşya “YBŞê” ya girêday PKKê li Şengalê kir ji bo ku agahîyekê ji keça xwe bizane, lê belê çekdarên YBŞê jêre go: “heger keça te li cem me jî be, tu pirigirêke nîne.”
Bavê belengaz dev ji lêgerîna keça xwe berneda û tu ciyekê Şengalê û baregehek PKKê li wir nema ku serdana wan nekirbe, lê belê ew dest vala vegerî û tu agahîyek ji çarenvîsa keça xwe bi dest nexsit.
PKKê asayîşa Êzidîxanê telklîf kir bavê Meyadê bêdeng bikin
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên me li Başûrê welat şandine, li roja ku Meyade hatîye revandin û paş hewlên mezin yên bavê wê, rêxistinên PKKê li Şengal hest bi xeterîya belavbûna nûçeya revandina Meyade kir û di heman rojê de anku li roja 10/2/2021an, te’lîmat ji boy Asayîşa Êzidîxanê şandin ku bavê Meyadê bêdeng bikin.
Piştre û li berbanga roja revandinê, kesê bi navê Xêrî Hecî Qasim yê berpirsê Asayîşa Êzidîxanê li Şengalê bi fermana PKKê li gel hejmareke çekdaran bi ser mala Meyadê de girtin û bavê Meyadê û malbata wê tehdîd kir û jêre gotin ku heger ew dev ji lêgerîn û pirsa keça xwe bernedin, ewê mala wan ji Şengalê derxin.
Day Behar: DAÎŞê ciwanên Êzidî qir kirin, ewên mayî jî PKKê birin
Mayîna PKKê li Şengalê, di nerîna Êzidîyan de dewama fermanê ye
Ji dema ku PKKe ketîye di Şengalê de, bê navbir keç û xort jê revandine û berê wan dane çiya, ev karê PKKê hêjan berdewame û ghîştîye astek wusa ku hinekî maye Êzidî navê fermana 74an lê bikin.
Revandina keç û zarokên Êzidîyan ji hêla PKKê ve li meha tebaxa sala rabûrî pir mezin bûye, li bîra meye wexta Day Beharê li 22/8/2020an di peyameke vîdyoyî de gotî kanê PKKê bi tu awayî ew tehdîd kirîye, Day Beharê ku PKKê xortê wê revandibû digo: tehdîd şuxlê cehşikane û ez ji tehdîdan natirsim.
Day Beharê di got: kî dibêje fermana DAÎŞê bi dawî bûye, ev niha PKKe di Şengalê de ye û fermanê dewam dike.
Ev jî gotinên Day Beharê ne:
PKKê ciwanên me birine Qendîlê û jêre gotine Êzidyatiyê jibîr bikin
Piştre kesekê dinê Êzidî bi navê Cabir Elî Beg li roja 25/8/2020an peyamek vîdyoyî belav kir û têde lîsta navên wan keç û ciwanên malbata xwe di xwendin ku PKKê revandine, Cabir jî digo: PKKê xortê min li meha 4 ya sala 2018an revandîye û heya roja me ya îro wan nehiştîye tu agehîyekê jê bizanin.
Her kes dizane ku rêxistina PKKê û hemû rêxistinên li jêr sîbera wê, ji boy çêkirina şervanan pişt bestinê li ser revandina zarok û ciwanên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk jî ji hêla rêxistinên mafên zarokan û mafên mirovan yên navneteweyî hatîye tesbît kirin.
Rêxistna PKKê, paş rizgar kirina Şengalê ji hêla Pêşmergeyên Başûrê welat ve, ketine nava bajar û derdûra wê de, bi taybet paş bûyerên 16 oktobera 2017an ku wan milê xwe xistîye bal Heşda Şabî û baregehên xwe li wir çêkirine.
Bi sedema hebûna PKKê li Şengalê, ev navçe bi berdewamî dikeve ber êrîşên dewleta Tirkiyê û zirara van êrîşan tenê bi sivîlên Şengalê dikeve.
Îdareya Şengalê li roja 30/8/2020an eşkere kirbû ku PKKê nêzî 70 ciwanên Êzidî revandine û xistine nava zîndanên nihênî de, piştre Mîr Ismet Tehsîn Beg jî li roja 2/9/2020an ji bo ajansa Enadolê ya dewleta Tirkiyê gotibû ku gelê Şengalê naxwaze PKKe li navçeyên wan bimîne û got ku PKKe xortên jêr 18 saliyê di xapîne û meşqa serbazî pê dike.