Iraq: Xwepêşanderan îstifaya parêzgarê Dîwaniyê xwest

Iraq: Xwepêşanderan îstifaya parêzgarê Dîwaniyê xwest

Xwepêşandanên li Iraqê ku hefteya borî li parêzgeha Zîqarê dest pê kiribûn û dawiya heftê jî ji bo piştgiriya wan li Bexdayê xwepêşandan hatin kirin, car din li Iraqê belav dibin.

Piştî navenda parêzgarê Zîqarê îro 1ê Adarê li bajarê Dîwaniyê yê Iraqê jî xwepêşandan hatin kirin û xwepêşanderan daxwaza îstifaya parêzgar kir.

Li gorî zanyariyan medya iraqî di xwepêşandanên Dîwaniyê de ti bûyerên nexwestî rû nedane.

Di xwepêşandanên Zîqarê de kuştî û birîndar çêbûbûn ku parêzgar Nazim Wailî 26ê Sibatê îstifa kiribû, lê belê xwepêşander li dijî parêzgarê nû Abdulganî el Esedî jî derketibûn û car xwepêşandanên xwe berdewam kiribûn.

Pustên heman beş