Qedexeya çalakîyan li Colemêrgê tê ragihandin

Qedexeya çalakîyan li Colemêrgê tê ragihandin

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya xwepêşandan û çalakiyan, heta 15 rojên din hat dirêjkirin.

Parêzgariya Colemêrgê diyar kir, ji îro Sêşemê 2ê Sibata 2021ê ve heta 16ê Adara îsal, 15 rojan hemû cûreyên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha, qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin kirin, bi armanca prensîpên sereke yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li zêdetir belavnebûna Koronayê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Herwiha li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Walîtiya Colemêrgê cara dawî roja 15ê Sibata 2021ê heta 1ê Adara îsal bo dema 15 rojan hemû xwepêşandan û çalakî qedexe kiribûn.

Pustên heman beş