HSDê bi terzê rejîma Esed 3 zarok pêş bavê wan ve revandine

HSDê bi terzê rejîma Esed 3 zarok pêş bavê wan ve revandine

Hêzên Sûriya Demokratîk malbateke 8 kesî ku 3  jê zarokin di temena 3 bo 6 saliyê de ne, pêş bavê wan ve revandine û ev dema 48 rojane li cem wan di girtîgehê de ne, HSDe dibêje: heya ku bavê wan xwe radest neke, ew zarokên wî bernadin, malbata wan jî bang li Mazlûm Ebdî kir ku bi erka xwe a exlaqî rabe û wan zarokan serbest berde.

Nîdal Îbo endamê mecilsa eskerî ya Minbcê ku girêday HSD ê ye, berîya 2 meha li ser meseleya dizî û gendeliyê xwe ji meclisê vekşand û piştre li sosyal medyayê derket û bas li cînayetên dizî û gendelîya berpirsên meclisê kir, li ser vê, HSDê fermana desteser kirina wî da û wexta ku nikarîn wî desteser bikin, malbata wî ku ji 8 kesan pêk tê desteser kirine û wek dîl di girtîgehên xwe da hiştine.

Li gorî agahiyên destê me, ev dema 48 rojane malbata Nîdal Îbo di girtîgehên HSDê de ne, ev jî navên wane:

  1. Mehmûd Îbo 60 salî
  2. Rêzan Îbo 24 salî
  3. Ehmed 16 salî
  4. Mihemed 14 salî
  5. Emîra Betran 23 salî

Hersê zarok

  1. Mehmûd yê 6 salî
  2. Lezgîn 4 salî 
  3. Arîna 3 salî.

Malbata her 8 revandîyan li roja 27/2/2021an, daxuyanî belav kir û bang li HSDê û Mazlûm Ebdî fermandarê giştiyê HSDê kir ku bi erkê xweyê yasayî, rewşitî, û civakî rabe û çarenivîsa endamên ku weke dîl hatine girtin, diyar bike.

Dr. Lezgîn Îbo, ku yek ji endamê malbatê ye daxuyaniyek bi navê malbata xwe belav kir, tê de ragihand ku ji 48 rojan ve heşt endamên malbata wî ji aliyê encûmena Minbicê ya leşkerî ku ser bi HSDê ve ye revandî ne, û weke dîl li cem xwe girtine, heya ku Nîdal Îbo xwe radest bike. Nîdal jî bi tomete gendelî ji aliyê wê encûmenê ve tê xwestin. Û beriya demekê dest ji encûmena Minbicê kişandibû

Daxuyaniyê banga li Mezlûm Kobanê kir ku berpirsiyaretiyê li hember gel û hevpeymaniya navdewetî hilgire û çarenivîsa malbatê diyar bike. Di zûtirîn dem de, serbest berde, herweha guhdana tendirustî ji bavê wî yê nexweş re dabîn bike, û zarokan vegerîne dibistanên wan.

Daxuyaniyê herweha da zanîn jî ku her kesek destê xwe di vê tawanê de heye size bide û dadgeh bike, û derencamê doseyên gendeliyê ji bo raya giştî û ragihandinê eşkere bike.

Dayîk wiha dibêje Mazlûm Ebdî:

Mezlûm mirovê me yê Kobanî ye, ma qey zarokê 3 salî çi guneha xwe heye te kirîye rehîne?

Her wiha duhî roja dûşemî jî, dayîka Nîdal Îbo peyamek vîdyoyî belav kir u têde daxwaz ji Mazlûm Ebdî û HSDê kirîye, wan zarokan azad bike û gotîye Mazlûm ku guneha zarokan tuneye Ji boy çi te ew kirine rehîne.

Ev jî gotinên dayîka Nîdal Îbo ne:

Ji 48 rojan ve ji dema ku Nîdal Îbo ji encûmena Minbincê cuda bû, li ser weşana zindî li ser torên civakî derket, û behsa gendeliya berpirsên encûmenê kir, ji wê demê ve 8 ji endamên malbata wî weke dî hatine girtin, navê endamên malbata xwe belav kir ev in:

Ji dema ku li ser ragihandê hatiye belavkirin, revandina 8 endaman weke dîl li hember xweradestkirina Nîdal Îbo bûye cihê şermezarî û riswakirinê, û banga serbestberdan wan endaman tê kirin.

Pustên heman beş