Bi fermana Sebrî Ok dayîka cîger sotî hat revandin

Bi fermana Sebrî Ok dayîka cîger sotî hat revandin

Ew dayîka cîger sotî ya ku duh bang li HSDê û Mezlûm Ebdî kirî ku zarokên wê azad bikin, bi fermana Sebrî Ok berpirsê îstixbarata rêxistina PKKê hat revandin.

Li gor agahiyên destê me de, duh roja duşemî 1/3/2021an, jina bi navê Heyfa Hoşo a 55 salî li sosyal medyayê peyamek vîdyoyî parve kir û têde daxwaz ji Mezlûm Ebdî û HSDê kir ku zarokên wê yên 3 û 4 û 6 salî, ku berya dû mehan pêş bavê wan ve ê bi navê Nîdal Îbo ve desteser kirbûn azad bikin.

Paş ku ev peyama vîdyoyî bi awayekî berfireh li torên civakî hatîye parve kirin û nerazîbûn û rîswakirina gel li dijî HSDê li pey xwe anî, îro hêzên Sûriyaya Demokratîk bi fermana raste rast ya PYDê û Sebrî ok berpirsê îstixbarata PKKê Heyfa Hoşo tê revandin.

Heyfa di peyama xwe ya vîdyoyî de, bang li Mezlûm Ebdî kir ku zarokên wê azad bike û jêre gotbû: ma qey zarokên 3 salî çi sûça xwe heye ku hûn wan dîl bigirin.

Hêjayî gotinê ye, bavê wan zarokan ku bi Nîdal Îbo tê nas kirin û li encûmena leşkirî ya Minbicê ya girêdayî HSDê wezîfedarbû, paş ku dest ji karê xwe kişandî wî di weşaneke zîndî de li sosyal medyayê bas li gendelî û dizîyên berpirsyarên HSDê kir.

Piştre HSDê fermana desteser kirina wî derkir, lê ew ji Minbicê reviya û HSDê pêş wî ve malbata wî desteser kir û gotine ku heya ku ew xwe radest neke ew wan zarokan azad nakin.

Pustên heman beş