Peyamnêrê ARK TVyê ji aliyê Asayîşa PYDê ve hat girtin

Peyamnêrê ARK TVyê ji aliyê Asayîşa PYDê ve hat girtin

Hat ragihandin ku Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ya bi ser Rêveberiya Xweser a PYDê ve, li Rojavayê Kurdistanê rojnamevanek girt.

Li gorî zanyariyan îro 2yê Adarê, asayîşa Rojava ya bi ser PYDê ve, peyamnêrê ARK TV Ehmed Sofî li navçeya Dêrîkê ya li Rojhilatê Qamişlo hatiye girtin û derbarê girtina wî de ti agahî nehatine dayîn.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî rojnamevan û siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê hatibûn girtin ku ev bûye sedema nakokîyekê di danûstandinên ENKS û PYNKê yên bo yekrêziyê de.

Pustên heman beş