Careke din Katyoşa bi bingeheka Amerîkî ketin

Careke din Katyoşa bi bingeheka Amerîkî ketin

Komên çekdarên Şîe yên girêday Îranê careke din êrîşa hêzên Amerîkayê li Îraqê kir, wexta ku vê sibê 10 mûşekên Katyoşa lê xistîn.

Îro roja çarşemî 3/3/2021an, bingeha Amerîkî ya bi navê Eyn Esed li sînorê parêzgehîya Enbarê, rastî êrîşeke mûşekî hat, êrîş li sat 7:00 sibehê pêkhat.

Berdevkê operasyonên hevbeş lîwa Tehsîn Xefacî aşkere kir, îro sat 7:00 bingeha Eyn Esed bi 10 mûşekan hat armanc kirin, lê tu zirarên madî û canî nebûn.

Aşkere kir jî, ew 10 mûşek ji cureya Katyoşa bûn û li derveyî bingehê ketin.

Ev ne cara yekeme bingehên Amerîkî li Eyn Esed ku dora 2 hezar eskerên Amerîkî lê ne, tê armanc kirin, êrîşa îro paş borodmana Amerîkayê ji bo hêzên girêday Îranê li Sûriyê tê ku li rojên rabûrî bi balefirên cengê ev êrîş pêkanî bû, weke tolhildanekê ji bo êrîşa mûşekî ya ku li ser Hewlêrê li meha rabûrî pêkhatî.

Pustên heman beş