Bizane vî zelamî çima xwe şewitand

Bizane vî zelamî çima xwe şewitand

Xelîl Şen ku 50 salî ye û li Elmanya dijît roja 12ê sibata 2021an xwe şewitand, çima?

Xelîl Şen 12 mehê ji mala xwe derket û heya du roja çi agahî ji wî nebûn. Hevalên wî seredana polîsan da ku agahîyan li derbara wî bi dest xwe bixin. Piştî seredana polîsa kirî, polîsa agahî dan wan ku wî li bajarê Dresden le pêş meclîsa eyaletê xwe şewitandiye û bila malbata wî were têstên DNAê bike. Di encam de derket ku kesê xwe şewitandî Xelîl Şen e. Kes nizane ku wî ji ber çi xwe şewitandiye.

Piştre hat îdîa kirin ku Xelîl ji boy Ebdulla Ocalan xwe şewitandiye.

Xelîl Şen kesekê ji bajarê Sêrtê ye. Ev 25 salin li Elmanya dijît. Însanek bû ku nekarî bû li jîyana Ewropa fêr bibe. Bi hinek pirsgirêkên xwe guncandinê bi jîyana Ewropayê re rû bi rû mabû. Hinek pirsgirêkên nefsî hebûn.

Rojekê ji mala xwe derdikeve û dibêje “ez dê biçim Berlîn”. Piştre jî cenazeyê wî tê dîtin. Lê belê dîroka xwe şewitandinê ji ragihandina PKKê bi awayên cûda hatîne nivîsîn. Li cara yekê tê gotin ku vî 12 meha sibatê xwe şewitandiye, hinek xeberên din jî dibêjin ku wî 13 mehê xwe şewitandiye.

Niha jî çapemeniya PKKê beyanek parve kiriye û dibêje ku wî “ji boy Ocalan xwe şewitandiye.” Tê îdîa kirin ku Xelîl di nameya xwe de nivîsandiye ku: “ez wan kesên ku komplo li ser Serok Ocalan peşxistîn şermezar dikim, lenet dikim. Ez dibêjim van ku heya ku mirovatî hebe serokê me jî wê rêya mirovatiyê ronahî bike. Eve jî bila bibe dersek ji boy komplogera.”

Heman dem jî tê îdîa kirin ku Xelîl gotiye gelê kurd zêde kar nekirîye ji boy xwedî derketina ji Ocalan ji ber vê yekê jî Xelîl Şen gelê kurd ku li Ewropa jiyan dike jî rexne dike.

Ma eve rewa ye?

PKKe niha li ser Xelîl Şen belavoka dinvîse û dibêje guh biden Xelîl Şen û le ser rêya wî bimeşin.

Ma gelo eve rewa ye însanek xwe bişewtîne û kesê agehî ji vê xwe şewitandinê nebe? Kes nizane ku ji ber çi xwe şewitandiye. Vê şewitandinê jî bandor li ser tu kes û tiştekê ne kirîye.

Tiştê PKKe dike tenê propagandaye, PKKe mirinê muqeddes dibîne lê jîyanê muqeddes nabîne. Mirinê ji bo xwe wek hêzekê dibîne. Van çalakiyan wisa ji boy xwe weke mijareke propaganda yê dibîne. Ji sala 1999ê pêve nêzî 30-40 kesan ji boy komployê xwe şewitandiye. Van kesa jî bi gelemperî hinek pirsgirêkên nefsî hebûn, serê wan tevlîhev bûbû, li gel xwe û jîyana xwe aştî çênekiribû. Ev nizanin di jîyanê de çi bikin û xwe dişewitînin. PKKe jî xwe şewitandinê wek tiştekê muqeddes û pîroz nişan dide, mirinê li ber çavên însan tiştekî normal nîşan dide. Van çalakiya erênî nîşan dide. Her sal dema 15ê Sibatê ku Ebdulla Ocalan hatiye tirkiya kesek xwe dişewitîne û PKKe li ser wî propaganda çêdike, û arasteya hetên Kurda dike.

Wate PKKe jîyana însana wek fîşeka li ber çekê xwe dibîne. PKKe mirinê pîroz dike lê jîyanê dikuje.

Xelîl Şenayê 50î salî ji vê dinyayê bar kir. PKKe 10 rojên din wê wêneyê wî parve bike û propaganda yê li ser bike. Lê belê piştî 10 rojên din jî, kes nizane Xelîl Şen kîye? Mirin ji boy her însanekê heye, em hemû wê mirin, heger însan ji boy welatê xwe, ji boy axa xwe ji boy namûsa xwe şer bike, li himber sengerên dujminî bimrre raman heye. Lê belê biçe 25 sal li Ewropa bijî û piştî temenê 50 salîyê xwe bişewtîne çi raman heye? Helbet ku bê raman e. Vê yekê ne Ol, ne exlaq, ne pîvanên azadiyê ti tiştek qebûl nake. Ev nêrîneke pir bê wate ye ku xwe ji boy kesekê bişewitînî. Ebdulla Ocalan 22 sale li Tirkiya ye heya niha rojekê bi tenê berxwe nedaye, rojeke bi tenê jî gireva birçî bûnê ne kirîye. Rojeke bi tenê jî zilehek ne xwarîye, berevajî Ocelan gote dewleta Tirk “ez amademe xizmeta we bikim” niha jî jiber çi mirov xwe ji boy wî bişewitîne.

PKKê di serê mirovên kurd de Ocalan weke botekî “senemekî” lêkiriye. Alîgirên PKKê jî bi vî Botî bawerin. Ma gelo vê yekê çi cudahî heye di gel Fîrhewnên Misrê ku dema dimirîn xêzan û xizmetkarên wî jî di gelda di veşartin? Vî çi cudahî heye di gel wî Şêxê ku mirovên me diçin pê wî maçî dikin? Ev çende paşverûyî ye, ev çende bê azadî bûne.

Bila gelê kurd bi van tiştan nehêne xapandin û hestîyar nebin. Ev çalakiyên bi vî awa ne sembola azadiyê ne, belku sembola kevneperestîyê û koletîyê ne.

Pustên heman beş