Îtirafa yek ji encamderên êrîşa ser Hewlêrê hat belavkirin

Îtirafa yek ji encamderên êrîşa ser Hewlêrê hat belavkirin

Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Herêma Kurdistanê lixwemikurhatina yek ji tawanbarên êrîşa mûşekî ya ser bajarê Hewlêrê belav kir.

Şeva 15ê Sibata 2021ê, êrîşeke mûşekî bi ser bajarê Hewlêrê û binkeya serbazî ya biyaniyan a li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de hat kirine.

Di encama êrîşê de welatiyekî û mutahîtekî biyanî jiyana xwe ji dest dan û 2 hemwelatî û 5 serbazên Amerîkî jî birîndar bûn.

14 mûşek ber bi Hewlêr û baalfirgehê hatin avêtin.

Piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê yekser dest bi lêkolînê kirin û wesayîta ku terorîstan mûşek jê avêtibûn, dîtin.

Piştî lêkolînê, nasnameyên çar êrîşkaran hatin eşkerekirin.

Tawanbarê ku îtirafa wî hatiye belavkirin; navê wî “Heyder Hemze Ebas Mistefa” ye û xelkê navçeya Hemdaniye ye û li navçeya Xebat a ser bi bajarê Hewlêrê niştecî bûye û hêsankarî ji bo wergirtina destûra niştecîbûnê ji bo yek ji terorîstan kiriye û ji bo anîna mûşekan alîkarî kiriye.

Kesê desteserkirî, di lixwemikurhatina xwe de eşkere kir ku ew grûpeke çar kesî bûne û ser bi Ketayîbê Seyîdul Şuheda ne û mûşek mûşekên Îranê bûne û li nêzîkî Hewlêrê arasteyî balafirgehê kirine.

Pustên heman beş