Hat ragihandin ku li başûrê Iraqê bombe bi karwaneke Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de hat teqandin ku beriya wê jî îro danê sibê li parêzgeha Musennayê dîsa bombe bi karwana hevpeymaniyê de hatibû teqandin.
Li gorî zanyariyan îro 3yê Adarê li ser rêya parêzgeha Dîwaniye bombeyeke çandî bi karwana veguhestina alavên leşkerî û lojîstîkî yên Hêzên Hevpeymiyê de hat teqandin.
Hat diyarkirin ku di encama teqînê de ti ziyaneke canî çênebûye, lê wesayîteke di nav karwanê de ziyan dîtiye.
Beriya wê êrîşê, îro danê sibehê li ser rêya parêzgeha Musenna bombeyek bi karwaneke Hêzên Hevpeymanan de hatibû teqandin.
Hevdem îro êrîşeke moşekî jî li dijî baregeha Eyn Esed ya Amerîkayê ku li Enbarê ye hatibû kirin û 10 moşek li nêzîkî baregehê ketibûn.
Li gorî nirxandinan ev êrîşên dawî yên li dijî hêzên hevpeymaniyê, wekî bersiveke çekdarên milîsên îranî ye ku balafirên Amerîkayê piştî êrîşên ser Hewlêrê, çend roj berê li Sûriyê baregehên wan bombebaran kiribûn.