Çekdarên PYDê keçeke 17 salî li revand

Çekdarên PYDê keçeke 17 salî li revand

Îlham Mihmemd Emîn, keçeke Kurda xelka bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye ji 1ê mehê ve hatiye revandin û ta niha tu agahî li ser tune ne.

Çavkaniyên medyayî li Rojava Kurdistanê aşkera kirin, Îlham Mihemed Emîn, ji beriya du rojan wate ji 1 adarê ve roja Duşemê, hatiye revandin û ta niha tu agahî li ser tune ne.

Saziyên medyayî yên rojava kurdistanê belav kir, beriya keçik were revandin, otombêla çekdarên PYDê li derdora mala wê hatiye dîtin.

Heman jêderê ameje kir ku keça kurd, ji gundê Şekir Xacê yê ser bi Dêrikê ve ye, temen 17 sal in ji dayîkbûya 2003yan e.

Tê zanîn ku eve cara yekem nîne zarokên kurd ji aliyê çekdarên PYDê ve tên revandin û bi zor wan dikin çekdar, vê yekê jî nerazîbûna civaka kurdî û navneteweyî li pey xwe aniye ji ber ku ev yek li dijî yasayên navnetewî û yasayên girêdayî mafên mirovan e.

Pustên heman beş