Hilmeta vaksînkirinê li Herêma Kurdistanê dest pê kir

Hilmeta vaksînkirinê li Herêma Kurdistanê dest pê kir

Îro hilmeta vaksînkirina li dijî vîrûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê dest pê kir. Di destpêkê de jî, bijîşk û karmendên tendirustiyê vaksînê werdigirin.

Karmendê Tendirustiyê Goran Osman Bayiz ku yekem kesê vaksîn wergirtiye ji K24ê re ragihand, “Hest bi xweşiyê dikim ku ez yekem kesê vaksînê werdigire me. Ez dixwazim her kurdek biçe û vaksînê werbigire. Bi hêviya ku em ji vê nexweşiyê xelas bibin”.

Pêr 2ê Adarê karwanê yekem a vaksîna Sinopharm a Çînî gihîşt Herêma Kurdistanê ku ji 5 hezar vaksîn pêk dihat. Ew vaksîn li ser binkeyên tendirustiyê yên parêzgehan hatin belavkirin.

Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî ragihand, di qonaxa yekem de, lêdana vaksînê li 8 navendan destpê dike.

Di wê derbarê de Konsolê Çînê li Hewlêrê ragihandibû, ew ê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina vaksinê berdewam bin.

Pustên heman beş