PKKê îro nasnameya 4 Gerîlayan eşkere kir ku li Başûrê welat can dane, dû jê di temna zaroktiyê de ne û rêxistinê weke her car piştî 5 meh li ser wefata wan derbas bûy ji nûve hatîye û dibêje em wan bi rêzdarî ve li bîr tînin.
HPGe balê leşkirî yê PKKê, îro roja pêncşemî 4/3/2021an, di beyanekê de nasnameya 4 Gerîlayên xwe eşkere kir ku li naverasta meha 10 ya sala rabûrî di êrîşên dewleta Tirkiyê de li çiyayê Xwarkurkî canê xwe ji dest dane, dû ji wan di temna zaroktiyê dene.
Rêxistina PKKê weke hertim nav, wêne û agahiyên tam li ser wan Gerîlayan di daxuyaniyê de nivîsandine, lê belê bi tu awayî bas li temna wan nekir, ji bo ku cînayeta revandina zarokên Kurdan li ser tesbît nebe.
Her yêk ji Demhat Bakur ku ji Hesekê ye û Merwan Reşo ji Colemêrgê, ji wêneyên wan xweyaye ku hêjan di temena sinêleyê de ne û li gor tev yasayên şer û yasayên navdewletî, nabe di wê temena zû de kesên wusa di şer de werin bikaranîn yan jî werin çekdar kirin.
Li belê PKKê paş ku ev herdû sinêle bi kuştin dayn, îro hatîye û dibêje: Demhat û Merwan enerjîya xwe ji felsefa Apo di stand, ew mlîtanên mînakên Apo bûn.
Belê rêxistina PKKê vê carê ya rast di daxoyanîya xwe de gotîye, ji ber ku felsefa Apo eve: “Zarokên Kurdan bi revîne û bi destê eskerê Tirk bi kuştin bide”.
Rêxistina PKKê ji bo çêkirina şervanan, pişt bestinê li ser revandina zarok û sinêleyan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan û yên parastina mafên zarokan ve hatîye tesbît kirin.