Mesrûr Barzanî: Bi hêvî ne rê li ber binpêkirinên li Efrînê bê girtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasî ya Sûriyê û navçeyê û hewla çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, Nesir Herîrî spasiya helwesta dostane ya Herêma Kurdistanê kir ya li hember gelê Sûriyê û daxwazên wê yên rewa, bi taybet mêvandarîkirina bi sedan hezar koçberên Sûrî li Herêma Kurdistanê kiriye û hevkariya ligel wan kiriye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, Herêma Kurdistanê piştevaniyê li her hewlekê dike ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê bi awayekî aştiyane û bi arasteya bicihbûna aramî û aştiyê li navçeyê û dabînkirina mafên hemû pêkhate û gelên Sûriyê, di nava wan de jî misogerkirina daxwazên rewa yên gelê Kurd li wî welatî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe jî li hember binpêkirinên li Efrînê dibin nîşan da û hêvî xwast ku rê were girtin.