Papayê Vatîkanê gihîştîye Başûrê Kurdistanê

Papa ji bo Barzanî:"Me hûn jibîr nekirine, ji ber serdana hewe ya Vatîkanê em jî hatine cem hewe"

Papayê Vatîkanê serdana xwe ya ji boy Îraqê û Başûrê Kurdistanê dewam kir, îro gihîşt Hewlêrê û bi Mesûd Barzanî serokê Partîya Demokrata Kurdistanê re civîya, papa sipasîya serok kir ji boy erka wî ya di parastina pêkhateyên olî û netewî de.

Papa Firansîs papayê Vatîkanê, îro roja yekşemî 7/3/2021an, gihîşt Hewlêrê paytexta Başûrê Kurdistanê, li balefirxaneya Hewlêrê ji hêla Nêçîrvan Barzanî serokê Başûrê Kurdistanê û Mesrûr Barzanî serokwezîrê hikûmeta Başûr ve hat pêşwazî kirin.

Papa ji bo Barzanî: “Me hûn jibîr nekirine, ji ber serdana hewe ya Vatîkanê em jî hatine cem hewe”

Papa li gel Mesûd barzanî rêber gelê Kurd û serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê civîya, papa sipasya serok Barzanî kir ji ber parastina pêkhateyên olî û netewyên li herêma Kurdistanê û pêkanîna rewşa pêkvejiyanê di navbera wan de.

Papayê vatîkanê di civînê de lgel serok Mesûd Barzanî destinîşan kir ku wî serdana wan ji bîr nekirîye û ji ber wê serdana serok Barzanî û Serokwezîr, ew hatîye Hewlêrê û serdana herêma Kurdistanê kirîye.

Pustên heman beş