Îranê 33 jinên Kurd bi zîndan kirin û lêdana qamçîyan ceza kirin
Ji roja 8 marsa sala rabûrî 2020an, heya îro rejîma Îranê 33 jinên Kurd zîndan kirinê û bi lêdana qamçîyan ceza kirine.
Rêxistina Hengaw a mafên mirovan îro 8 marsê ku roja cîhanî a jinane, amara salekê a jinên Kurd li Rojhilata Kurdistanê eşkere kir û li gorî wê amarê, rejêma Îranê, ji roja 8 marsa sala rabûrî 2020an, heya roja me ya îro 33 jin bi zîndan kirin, bi eşkence û lêdana qamçîyan ceza kirine.
Rêxistina Hengaw dest nîşan kir, çalakên jin yên Kurd saleke pir bi êş li Rojhilata Kurdistanê li jêr sitema rejîma Îranê derbas kirine.
Li gorî rapora rêxistina Hengaw, 11 jinên Kurd di vê demê de bi lêdana qamçîyan ji hêla dezgeha dadwerî a rejîma Îranê ve hatine ceza kirin, ev ceza jî bi sedema çalakiyên sivîl li ser hatine sepandin.