UNICEF: Dibe ku ji ber koronayê 10 milyon zarokên keç bên zewicandin

UNICEF: Dibe ku ji ber koronayê 10 milyon zarokên keç bên zewicandin

Rêxistina bi ser Neteweyên Yekbûyî ve UNICEFê Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar 8ê Adarê metirsîya vîrusa koronayê bibîr xist û da zanîn, dibe heta sala 2030yan 10 milyon zarok bên zewicandin.

UNICEFê da xuyakirin, li ser 100 milyon zarokên keç jî metirsiya zewicandinê heye û bal kişand ser; ji ber girtina dibistanan, xerabûna şertên aborî, sekinandina xizmetên raya giştî û mirina dê û bavan dibe ku zarokên temenê wan di bin 18 salî de werin zewicandin.

Li gorî daxuyaniyê zewicandina zarokan di nav deh salên dawî de ji sedî 25 kêm bûbû û pêşiya zewicandina 25 milyon zarokan hatibû girtin.

UNICEFê daye zanîn, li seranserê dinyayê 650 milyon zarokên keç beriya ku têkevin 18 saliya xwe hatine zewicandin.

Nîvê zewaca zarokan di asta cîhanê de, li welatên Bangladeş, Brezîlya, Etîyopya, Hindistan û Nîjeryayê hatiye kirin.

Pustên heman beş