Berpirsê PDKê li bajarê Xaneqînê dibêje, eger bi hawara Xaneqînê neçin hebûna Kurdan li wir dê bikeve metirsiyê.
Berpirsê PDKê li Xaneqînê, şêx Ceifer Mistefa ji BasNewsê r egot, li Xaneqînê bi taybet li gundên Xaneqînê bi behaneyên vala û cur bi cur, zevî û malên Kurdan tên dagîrkirin.
Şêx Ceifer Mistefa her wiha got, ewa ku anîne serê Pelkan û Sergerranê, ji wê xirabtir tînin serê Xaneqînê.
Wî berpirsê Kurd da zanîn jî, di bin navê parastina malbatên ereb de, ji malbatên çekdarên Heşda Şeibî re xaniyan ava dikin û dixwazin demograsiya Xaneqînê biguherînin.
Bi gotina şêx Ceifer Mistefa, eger Kurd bi lez bi hawara Xaneqînê neçin, dê Xaneqîn ji destê Kurdan derkeve û hebûna Kurdan li wir bikeve metirsiyê. Milîs û aliyên siyasî yên Iraqê dixwazin Xaneqînê bi temamî bikin şîe û Kurdan jê derxînin.