Hejmara çekdarên PKKê li Bakur 83% daketîye

Hejmara çekdarên PKKê li Bakur 83% daketîye

Hejmarên çekdarên PKKê li Bakurê Kurdistanê 83% daketîye, ev jî bi wê watayê tê ku rêxistinê Başûrê Kurdistanê kirîye qada şer û ew tu çalakîyan li Bakur encam nade.

Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro roja sêşemê 9/3/2021an got: “Di 4 salên dawîn de, hejmara çekdarên PKKê li Tirkiyê bi rêjeya 83% daketîye û niha rêxistnê dûrên 300 çekdaran di Tirkiyê de hene”.

Bi gotina soylo, di van 4 salên dawîn de, tevlîbûna rêxistinê gihîştîye astekî herî kêm, hemdem  niha ji her demê pêtir endam rêxistinê terik dikin, li sala rabûrî 2020an, 243 endaman terka PKKê kir û xwe radest kirine.

Ev amar ne tenê ji hêla Tirkiyê ve hatîye parvekirin, lê belê navenda ALCED ya Amerîkî ku sazîyeke nehikûmî ya taybete bi belav kirina datayên şer û pevçûnan,  li sala rabûrî raporek belav kirbû û têde eşkere kir ku şerê di nêvbera Tirkiyê û PKKê de 77%ê li nava xaka Başûrê Kurdistanê ye.

Vê sazîya Amerîkî eşkere kirbû PKKê tu çalakîyeka wusa li Bakurê Kurdistanê encam nade.

Ev amar wê yekê bi zelalî nîşan dide ku rêxistina PKKê şerê xwe veguhastîye di Başûrê Kurdistanê de û her ku diçe şerî pêtir nêzî gund û bajarokên Başûr dike.

Pustên heman beş