Li Silêmaniyê alîkariya du kurên berpirsekî gendel ê Îraqê tê kirin

Li Silêmaniyê alîkariya du kurên berpirsekî gendel ê Îraqê tê kirin

Hikûmeta Bexdayê berpirsekê xwe bi sûça dizîna pereyên dewletê û gendelyê desteser kir, lê belê kurên wî ku biryara desteser kirina wan jî derketbû, bi alîkariya hinek kesan li Silêmaniyê bi pereyên zor ve derbasî Tirkiyê û Ewropayê bûn.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, berpirsekê diyar ê hikûmeta Îraqa federal ku niha bi sûça gendelyê desteser kirîye karî kurên xwe bi rêya Silêmaniyê ji Îraqê derbas bike, kurên vî berpirsî li Silêmaniyê vîzaya Tirkiyê wergirtine û li bingeha Serçinar jî testa kovîdê kirin û piştre li balefrê suwar bûn, van kurên berpirsê Îraqî pereyên zor li gel xwe birine.

Li gorî agahiyên destê me de, Şakir Zamlî yê berpirsê desteya weberhênanê di hikûmeta federal ya Îraqê de, bi sûça gendelyê hatîye desteser kirin, biryar bû herdu kurên wî jî werin desteser kirin, lê belê ew li destpêkê reviyane Silêmaniyê.

Di vê derbarê de Elî Eşmawî yê berpirsê zêrevanên Şakir Zamlî daxuyanî da û got: li destpêka meha 11 ya sala rabûrî, du kurên Şakir Zamlî li Silêmaniyê bûn û vîzaya Tirkiyê li wir pê hatîye dayîn, wan li roja 11/11/2020an li bingeha tendirustî ya Serçinarê jî testa kovîdê encam daye ji bo ku baz bidin Tirkiyê.

Navbûrî dest nîşan kir, testa kurên Şakir Zamlî li roja 12/11/2020an derketîye û di heman rojê de, ew bi rêya balefirxaneya Silêmaniyê li balefrê suwarbûn û derbasî Tirkiyê bûne û ji wir ber bi Ewropayê çûne.

Elî Eşmawî dIbêje: dadgeha Îraqê biryara desteser kirInê ji bo kurên Şakir Zamlî derxist bû, lê belê ew reviyane Silêmaniyê û pereyekê mezin û kelupelên gran biha li gel xwe birine Tirkiyê.

Di teqîba vê babetê de, çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê karîn hinek agahîyan bi dest bixin û li gorî wan agahîyan: kesê bi navê (Î.H.Ş) ku rayedarekê tenduristiyê ye, navbeyinkarî ji bo kurên Şakir Zamlî kirîye ji bo ku testên wan yên Kovîd ê zû werin derxistin, ji ber ku ji bo çûna derve ew teste pêwîste.

Çavkaniyên me eşkere kir, li serê siba roja 12/11/2020an, kurên Şakir Zamlî bi alîkariya vî berpirsê tenduristiyê, testên xwe wergirtine û li heman rojê ew Suwarî balefrê bûn û derbasî Tirkiyê bûne.

Hêjayî gotinê ye, Şakir Zamlî li sala 2016an bûye berpirsyarê desteya weberhênanê û li sala rabûrî li ser dizîna pereyên dewletê û gendelyê hat mehkeme kirin.

Pustên heman beş